Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 18 peyam
1ê gulanê - tirşik
1ê gulanê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. 1ê gulanê Roja karkêrên cîhanê. Piştî şoreşa sanayîyê li dinyayê karker û kedkar di bin barê giran de îmana xwe diavêtin. Rojê 12-15 saetan bêheq û behiqûq dixebitîn lê dîsa jî mafên xwe nekarîbûn bistînin.
Bo vê sala 1988an karkerên amerîkayê radibin ser piyan da ku rojê tenê 8 saetan bişixulin. Di wan bûyeran de hin kes jiyana xwe ji dest didin û ew roj dibe sembola berxwedana karkeran. Piştî wê, li cîhanê yekê gulanê bi pîrozbahî û xwepêşandanan tê pîroz kirin.
Li osmanîyê cara ewilî di sala 1906an de pîrozbahî çêdibin. Li tirkiyê di sala 1935an de wek roja betlaneyê tê qebûl kirin.

Ji sala 2013an ve pîrozbahiya li taksîmê qedexe ye. Lê îsal sendîka û dezgehên karkeran bibiryar in dibêjin em ê li qada taksîmê bin. Em ê binêrin ê çi biqewime



8 roj berê 17:34 ~17:38 | çaya germ

2. Marşa wê jî xweş e welle




8 roj berê 17:44 | çaya germ

3. Ew roj e ku gelek caran wek "1 gulan" tê nivîsîn û xelet e.



8 roj berê 18:01 | bayê xerbî

4. roja ku ji bilî karkeran ê ji aliyê her kesî ve were pîrozkirin.



8 roj berê 18:51 | horhorik

5. Roja ku ji xendê karkeran cejna her kesî ye.



2 roj berê 12:35 | cinorek

6. Ya bi rastî karker têgîneke berfireh e. Karmendên ku tevlî 1ê gulanê dibin jî karker in ne karker bin jî kedkar in. Yanê xebatkarên inşaatê, marketê, madenê, gundî tevlî bibin zehf xweş e lê ew nayê vê wateyê: ji xeynî wan kesan ên din ne kkarker an kedkar in. Her kes kedê dide, her kes kar dike û her kes dixebite. A ku divê em bibêjin "çima xebatkar bi piranî hay ji wê rojê tune ne?"



2 roj berê 14:35 | çaya germ

7. Ji bo pîrozbahiya stenbolê ew bû çend roj in hemû sendîka, rêxistin û partiyên muxalif bang li gel dikkn da ku tevlî pîrozbahiyê a li qada taksîmê bibin. Xwe dijdandin û digotin em bibiryar in ti hêz nikare me ji rêya me vegerîne lê îro me dît ku ew tev tirt in tenê yên şitexaliyê ne. Hê çalakî destpê nekirine û ti bûyer neqewimîye dîsk û chp qadê diterikînin. Law hey hûn ne ew însan in hûn çima gel dixapînin hûn cesaretê didin desthilatdar. Ez çi bêjim ji we re xwedê we hîdayet bike



2 roj berê 14:42 | çaya germ

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
sonne [1]
bi kurdî: roj û strana metalî ya koma rammsteinê ye. jixwe şê...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav û şanda pê re çûne Amedê û serdana Rêxis...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
divê meriv gû û rêxa çend kesan neke giştî û gelemperî. başûr qaşo ser...
se7en [3]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Nilufer Akbal- Dilo Yeman, Koçgirî

...
belki ev jî bala te bikişînin
» 1ê avrêlê

Kategoriyên mijarê:: jiyan ekonomi yendin jiyan ekonomi yendin jiyan ekonomi yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî